Ban Ki-moon îro serdana Hewlêrê dike
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê îro, pêncşemê, Ban Ki-moon bigihe Hewlêrê û serdana koçberên mesîhî li Herêma Kurdistanê bike.
Bi sedema girtina Mûsil û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAÎŞê di destpêka meha borî de, bi 10an hezar hemwelatiyên mesîhî ji bajarê Mûsilê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûne.
Çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Ban Kî-Moon dê serdana Bexdayê jî bike û bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Parlamentoyê û hinek rayedarên din iraqî re rûnê.
Li gorî agahiyên wî jêderî, di hevdîtina Kî-Moon û rayedarên Bexdayê de dê li ser pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rewşa mesîhiyên Mûsilê werin gotûbêjkirin.
Herî dawî Sekreterê Giştî yê NY roja 13ê Çileya îsal serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû.
Rudaw
