Dê evroj Ban Kî Mon serdana Baxdadê bike
Di evê bareyê de, jêderekî ji Encûmena Nûnerên Iraqê ji PNA re ragihand, ku dê evroj sekreterê giştî yê NY Ban Kî Mon serdana bajêrê Baxdadê bike û dê kombûnê bi berpirsên mezinên Iraqê re saz bike.
Weha jî da zanîn, ku dê Ban Kî Mon bi berpirsên Iraqê re behsa arîşeyên Iraqê û destnîşankirina kesekî jib o postê Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê û çend pirsên din bike.
Weha jî da xuyakirin, ku dê Ban Kî Mon demjimêr 11 berî nîvrojê kongireyeka rojnamevanî li avahîya Encûmena Nûnerên Iraqê saz bike. Biryare Ban Kî Mon berî evê kongireya rojnamevanî kombûnê bi Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û herdu cihgirên wî û serokên fraksiyonên nava Encûmena Nûneran re saz bike.
