• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Leyla Zana parlamentera serbixweya bajarê Amedê û Sirî Soreya Under parlamenterê HDPê yê Stenbulê kir û di civînekê de behsa pêvajoya aşitiyê kir.

Di civênê de ku, duh roja çarşembiyê 23.07.2014ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, pêşhatên dawiyê yên pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê û ew pêngavên qanûnî yên di warê çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê de hatîne avêtin hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ew pêngavên qanûnî ji bona çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aşitî û siyasî bi karekî giring wesif kir û piştevaniya xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê bi pêşdebirina pêvajoya aşitiyê û danan çarçoveyekî qanûnî bo wê pêvajoyê nîşan da.

Leya Zana parlamentera serbixweya bajarê Amedê û Sirî Soreya Under parlamenterê HDPê ku, vê dawiyê li girava Îmraliyê serdana Ebdula Ocelan kir bû, li heber kar û xebatên serokwezîr yên di warê destpêkirin û berdewamiya serketina pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê, silav û rêzên Ocelan bi Nêçîrvan Barzanî gihandin û daxwaz jê kir ku, weke hertim di piştevaniya pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurd bi aşitî li Tirkiyeyê berdewam be.

Pêşhatên herêmî bi giştî û paşeroja pêvajoya aşitî û çareseriyê û hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê hin mijarên din yên civînê bûn.


Top