Hikûmeta herêma Kurdistanê sipsiay alîkariyên Îmaratê kir
Di dîdarekê de ku,duh (23.07.2014) li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, rewşa penaberên surî û penaber û koçberên navxweyîya Îraqê li kampên herêma Kurdistanê gotûbêj kir û ji bona di hewarhatin û pêşkeşkirina alîkariyan bo penaber û koçberan, serokwezîrê herêma Kurdistanê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Îmaratê kir. Barzanî, bi taybetî, rola Heyva Sor a îmaratî di warê encamdna çend pirojeyên xêrxwazî bo penaberan, bilind nirxand.
Serokwezîr careke din di axaftina xwe de tekîd kir ku, penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene pêwîstî bi hevkarî û alîkariyên Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî heye û hêvî kir ku, hemû aliyên din, weke Îmratê bikin û di hewara penaber û koçberan de bên û alîkariya wan bikin û hvekariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin daku bikaribe weke pêwîst xizmeta penaber û koçberan bike.
Têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) di civînê de hatin behis kirin û tekîd li ser xurtkirin û zêdetir pêşxistina têkeliyên di warê bazirganî û sermayerazandinê de hat kirin.
