Necmedîn Kerîm vedikişe
Li gor agahiyên BasNewsê ku ji Bexdayê hatine wergirtin, piştî wêya ku Serokê Fraksyona Bedir li Parlamentoya İraqê û Wezîrê Veguhestinê Hadî Amirî ragehand ku Şîe deng nadin Necmedîn Kerîm û deng didin namzetê fermî yê Hevpeymaniya Kurdistanê, Necmedîn Kerîm biryar da ku vekişe.
Heman çavkaniyan tekez kirin ku biryar e di dahatûyeke gelekî nêzîk de Necmedîn Kerîm derbarê mijarê de beyannameyekê belav bike û helwêsta xwe ji raya giştî ya İraq û Herêma Kurdistanê re eşkere bike.
Basnews
