• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji Ocalan bo Telebanî peyam

Ji Ocalan bo Telebanî peyam
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya ji bo Serokomarê Iraqê Celal Telebanî de got: “Rewşa siyasî ya li çar perçeyên Kurdistanê, gelê kurd mecbûr dike ku ew ji bo azadiyê hevpar tevbigere.”

Li gorî nûçeya Ajansa Dîcleyê, Ocalan peyama xwe bi parlamenter, Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder re şand, ku ew niha li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin.

Zana û Onder 22ê Tîrmehê li Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinek kiribûn.

Rêberê PKKê di peyama xwe de got: “Dîplomasiya hûn li gel welatên cîran bi rêve dibin, gelek baş in. Niha jî dive hûn, heman xebatan ji bo kurdan bikin. Rewşa siyasî ya li çar perçeyên Kurdistanê, gelê kurd mecbûr dike ku ew ji bo azadiyê hevpar tevbigere.”

Derbarê Kongreya Neteweyî de jî Abdullah Ocalan ev tişt gotin: “Hêvî û daxwaziya min ew e ku gelê me ji bo kombûna Kongreya Neteweyî bi hevre xebatan bimeşîne. Eger em Kongreya Neteweyî nekin xerentî, êrişên çeteyên DAÎŞê yên li ser gelê me dê bidome.”

Ocalan ji bo dayîna xelata Îbrahîm Ehmed jî sipasiyên xwe bo Celal Telebanî şandin.

Kemal Burkay: Ew ne samîmî ne

Herwiha Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay got, PKK di mijara Kongreya Neteweyî ya Kurd de ne samîmî ye.

Burkay wiha axivî: “Şûna kongreyekî bi beşdarbûna hemû partiyan pêkhatî, ew kongreyekî wisa dixwazin ku hakimê wê ew bin. Eger rêvebiriya Kurdistanê karekî wisa bike, derfetên wê hene û dê bike. Bang dê li hemû rêxistinan bê kirin û dê bi awayekî demokratîk biryar derbikevin.”

Burkay rexneyên xwe wiha domandin: “Hem Ocalan\ hem jî PKK di van demên dawî de bi gotineke wiha diaxivin ku kurd ne netewe ne. Li dijî fikra avakirina dewleteke serbixwe ya Başûrê Kurdistanê derdikevin. Ev behsa kombûna kîjan Kongreya Neteweyî dikin? Xwe wisa nîşan didin ku, heçkû yekitiya kurdan dixwazin. Bila hew vî gelî mijûl bikin.”

Rudaw
Top