• Sunday, 15 February 2026
logo

YPG li dijî DAIŞ dest bi operasyonan kir û 42 kuştin

YPG li dijî DAIŞ dest bi operasyonan kir û 42 kuştin

Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê li herêma Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê dest bi operesyonan kir û di wan operesyonan de YPG’ê bargehên çeteyan li gundên başûr û rojavayê Kobanê hedef girtin û 42 çete kuştin û gundê Çel Oxlo jî rizgar kirin.

Şeva borî 22-23/2014 li rojavayê herêma Kobanê, Yekîneyên YPG’ baragehên çeteyan li bajarokê Şêxlera Jêrîn hedef girtin û di encamê de 8 çekdarên DAIŞ hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Di heman demê de YPG’ê li gundê Şêx Berho yê nêzî bajarokê Şêxler wargeheke çeteyan hedef girt û têde 15 çete hatin kuştin.

Li rojavayê herêma Kobanê jî li gundê Getaş ya YPG’ê 2 kemîn danî pêşiya DAIŞ’ê, di herdu kemînan de 11 çete hatin kuştin.

Li gundê Jideydê YPG’ê li hember bargeheke çeteyan çalakiyek pêk anî. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, doçkayek hat rûxandin û wesayîtek hat bêbandorkirin.

Di vê operesyonê de YPG’ê gundê Çel Oxlo yê rojavayê herêmê û mezreyeke nêzî gundê Beyadê ku çeteyên DAIŞ’ê wek navenda êrîşan bi kar dianîn, rizgar kir.

Li aliyê başûrê herêmê, şervanên YPG’ê li dijî 2 baregehên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Cadê yê girêdayî navçeya Sirîn û di navbera gundên Cadê û Xirûs de çalakî pêk anîn . Di encamê de 5 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

ANF
Top