Necmedîn Kerîm: Ez ji xwekandîd kirina bo postê serokmarê Iraqê venakişim
Roja 20.07.2014, polîtburoya YNK bo yek alîkirina kandîdê xwe bo postê serokomarê Iraqê civiya û piştî civînê berpirsê kargêrî yê YNK Mela Bextiyar ragihand ku her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm kandîdên YNK ne bo posta serokomarê Iraqê.
Ji aliyê xwe endamê polîtburoya YNK Necmedîn Kerîm, ku di heman demê de parêzgarê Kerkûkê ye û xwe ji bo posta serokomarê Iraqê kandîd kiriye rexneyên giran li polîtburoya YNK girt û ragihand ku polîtburoya YNK bêy amadebûna wî kandîdên serokomariyê diyarkirin û civîna polîtburoyê bi “Şikestîxwaz“ bi nav kir.
Necmedîn Kerîm di daxuyaniyek taybet de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Ji ber ku polîtburoyê nikarî li ser yek kesî bigihe rêkeftinê, du nav kandîd kirin, dema yek kes ye nebe, wate ewe ku lîsteya navan vekiriye, lewma ez jî kandîdim û ez venakişim.”
Lê berpirsê kargêrî yê YNK Mela Bextiyar got ku wan her yek ji “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê agahdar kirine ku tenê du kandîdên YNK bo wê postê hene” û Necmedîn Kerîm ne kandîdê wane bo serokomariya Iraqê.
Necmedîn Kerîm ku li hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 30 Nîsana borî de zêdetir ji 150 hezar deng bidest xistin got: “Şandina navê wan kandîdan bo Serokê Herêma Kurdistanê hesane, madem yek kandîd nîne, em jî dê navê xwe bidin cenabê Serokê Herêma Kurdistanê.”
Navborî dibîne ku beşdarnebûna wî di civîna polîtburoya YNK de bandor li ser wê yekê hebû ku navê wî neket tenişt navê her du kandîdên din û dibêje: “Ez ne di civîna polîtburoyê de bûm, civîn neserkeftî bû, eger serkeftî ba wan dê yek nav hilbijarta. Civîn negihîşte ti encamê, gotin bila her du bin eger ez jî li wê de bame dê navê min jî heba, lê ji ber ku ez ne li wir bûm navê min nedanan.”
Di dirêjiya gotinên xwe de Kerîm aşkere kir ku “Serokê Herêma Kurdistanê agahdar bû ku ez dê xwe kandîd bikim û axaftin jî ligel hat kirin û min ti gotineke nerênî ji cenabê wî nebihîst.”
Di dawiya gotinên xwe de wî endamê polîtburoya YNK wiha got: “Eger polîtburoya YNK yek kandîd danabe ezê vekişiyama, lê madem ne yek kandîde ez jî navê xwe didanim û berdewam dibim, ji ber ku di navbera polîtburoya YNK de aşkere bû ku ez kandîdim. Madem bû du kes, ti cudahî di navbera 3 kesan de nîne, raste ew nebaşe bo Kurdan ku 3 kandîdê wan hebe, bi taybetî bo YNK xirabe, lê ez ne biniyazim xwe vekişênim.”
Ev gotin di demekê de ye ku heta niha 7 kesên Kurd xwe bo posta serokomariya Iraqê kandîd kirine, ew jî evin:
Fûad Mehsûm
Berhem Salih
Necmedîn Kerîm
Hîwa Mihemed
Miheme Salih Heme Ferec Hesen Caf
Yehiya Nesredîn Hemed Derwêş
Tehsîn Bekir Hemed Emîn
Rudaw
