• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî daxwaza hevkariyê ji bo malbatên mesîhîyên penaber dike

Nêçîrvan Barzanî daxwaza hevkariyê ji bo malbatên mesîhîyên penaber dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pi peyamekê bang li dewlet, rêxistinên xêrxwaz û civaka navdewletî dike ku, di hewara wan penaber û koçberên hatine herêma Kurdistanê bên û di warê pêşkeşkirina alîkariyên pêwîst de hevkariyê bi hikûmeta herêma Kurdistanê re bikin.

Grûpên çekdarên terorîst gef li mesîhîyên Mûsilê kirine ku, ji bajêr derkevin yan bibin misilman. Ji ber gefên grûpên çekdar bi sed hezaran malbatên mesîhîyên Mûsilê mal û milkê xwe bi cî hêlane û ber bi herêma Kurdistanê hatine.

Serokwezîrê Kurdistanê li ser rewşa mesîhîyan û hatina wan bo hewlêr û Duhokê ev peyma li jêr da raya giştî:

Peyamek bo xelikê Kurdistan û civaya nevdewletî

Piştî kontirolkirina Mûsil ji aliyê grûpên çekdarên terorîst ve, mesîhîyên bajarê Mûsilê ketine ber gefên zêdetir. Mixabin, van rojan jî di bin gefên kuştina bi kom de, neçar bûn bi kom ji bajarê Mûsil derkevin û ber bi her du wîlayetên Hewlêr û Duhokê biçin, bêy ku, rê jê wan re bê dan tu tiştek bi xwe re bibin.

Gelê kurd hertim têkeliyên baş digel xwîşk û birayên mesîhî û hemû neteweyên din hebûne û şanaziyê bi parastina mozaîka neteweyî li Kurdistanê dike û çend salên borî jî bi piraktîk ev yek bi cî kiriye. Niha jî li ser gelê Kurdistanê pêwîste gelek bi germî hevkariya wan malbatên mesîhî bike yên ku, bi neçarî bi kom mal û cîyên xwe yên eslî bi cî dihêl in.

Hikûmeta herêma Kurdistanê hevahengiyeke timam digel komisiyona balaya penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve (UNHCR) ji bo alîkarîkirina wan bi sed hezaran koçberên ber bi herêma Kurdistanê ve hatine kiriye, lê hijmara koçberan roj bo rojê zêde dibe û hikûmeta Îraqê jî, tevî ku, ji meha şiwatê were budce û miaşê xelkê herêma Kurdistanê biriye, di heman demê de tu berpirsiyarîyek li hember wan koçberên hatine herêma Kurdistanê bi cî nekiriye.

Di vê rewşa xerapa êkonomî de ku, ji sedema hikûmeta Îraqê li herêma Kurdistanê serî hildaye, daxwazê li dewlet û rêxistinên xêrxwaz û civaka navdewletî bi giştî dikîn, di hewara koçberên li herêrma Kurdistanê hene bên û pêştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin daku, bikaribin hevkariyên pêwîst pêşkeşî bi wan malbatên lêqewimî bike.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
19.07.2014
Top