• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî vegera Celel Talebanî li gelê Kurdistanê pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî vegera Celel Talebanî li gelê Kurdistanê pîroz dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, bi minasibeta vegera Celal Talebanî bo herêma Kurdistanê, bi peyamekê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dike û di peyam xwe de dibêje rola Talebanî di jiyana siyasiya Kurdistan û Îraqê de roleke dîrokî bûye û roja vegera wî bo welat bi rojeke dîrokî bo gelê Kurdistanê wesif dike:

Ev li jêr teksta peyama serokwezîr

Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban

Gelek sipasiya Xwedayê mezin dikin ku, cenabê mam Celal, Kurdistan û xelkê Kurdistanê bi hev şad kirin, hewesa sipasiya welatê Alemnaiyaya dost û hemû tîma pizîjkên wî dikim ku, di dema borî de ji bo îlackirina wî zehmet dîtine. Her bi vê minasibetê ji dil kêfxweşiya xwe diyar dikim û bi germî bi xêrhatinê lê dikim û pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim.

Serok Mam Celal roleke serokatîkirinê a giring di jiyana siyasî û şoreşa Kurdistan û Îraqê de hebû, di dijwartirîn rewş de xweragiritiye û bergirî li mafên gelê xwe kiriye, herwesa li serdema xebata li çiya û siyaî di dîroka siyasiya nû de xwedî cîyek gelek giring bûye.

Piştî serhildanê jî digel serok Mesûd Barzanî roleke gelek giring di çespandina tecrûbeya demokratîk a gelê Kurdistanê û dabînkirina siyaseta piralî û dirustkirina jiyana parlemantoyî li Kurdistanê lîstiye. Nexweşketin û dûrketina wî ji Kurdistan û Îraqê, gelek bi zelalî di jiyana siyasî û hukimdariya Îraqê diyar bû, çunkî wî roleke dîrokî hebû û roja vegera wî jî bo welêt ji bo gelê Kurdistanê rojeke dîrokî ye.

Careke din bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi navê xwe, bi germî xêrhatinê lê dikim û pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim, daxwaza selamtî û temendirêjiyê bo dixwaz im û ez di wê baweriyê de me ku, hatina wî ji bo gelê Kurdistanê dê xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
19.07.2014
Top