• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞê gef li mesîhiyên Mûsilê xwar: Heta sibê li Mûsilê nemînin

DAIŞê gef li mesîhiyên Mûsilê xwar: Heta sibê li Mûsilê nemînin
Rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bi gundî gef li mesîhiyên Mûsilê xwar û ragihand, eger heta sibê bajêr neterikînin dê “bi şûran” bi wan re biaxifin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, piştî ku rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê gefa kuştinê ji mesîhiyên Mûsilê xwar, mesîhî ji Mûsilê direvin.

Rêxistina DAIŞê duh di xutbeyên nimêja îniyê de gef li mesîhiyên Mûsilê xwar ku eger ji Mûsilê dernekevin dê bên kuştin. Li gorî DAIŞê qaşo mesîhiyan guh nedane banga “xilafeta wilayeta Nînovayê” û dîtina xelîfe Ebûbekir Bexdayî red kirine, çimkî xelîfe ji wan xwestibû yan bibin musilman yan jî bacê bidin.

Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hefteya borî di daxuyaniyekê de ji mesîhiyên Mûsilê xwestibû, yan vegerin ser ola îslamî yan jî bacê bidin xilafeta îslamî eger ji van her du rêyan yekê qebûl nekin wê demê dê bi şûran bersiva wan bidin.

Lê mezinên mesîhiyên Mûsilê guh nedabûn wê yekê û neçûbûn civîna xelîlfe Îbrahîm (Ebûbekir Bexdadî) ji ber wê jî mohleta dawî ji mesîhiyan re hat dayîn ku eger hetta saet 12ê roja şemiyê (sibê) Mûsilê neterikînin dê bi şûran bi wan re bipeyîvin.

Mesîhiyên Mûsilê ji piştî têkçûna rêjîma Sedam Husên ve heta niha mîna kurdên êzîdî û şebek ên wê deverê, her roj rastî êrişên cur bi cur tên lê piştî ku DAIŞê roja 9ê Hezîrana îsal Mûsil girt, gef li ser jiyana wan zêdetir bûye.

Hefteya borî, malên mesîhî û şîeyan li bajarê Mûsilê hatin destnîşankirin da ku bên girtin. DAIŞê li ser dîwarê her maleke mesîhî pîta “N” dabû nivîsandin ku tê wateya “Nesranî”, li ser dîwarê malên şîeyan jî pîta “R” dabû nivîsandin ku ew jî tê wateya “Rafîze”. Mesîhî ji xwe re dibêjin Nesranî û şîe jî ji xwe re dibêjin Rafîze.

Li bajarê Mûsilê 30 dêr hene û dîroka hebûna mesîhiyan li wî bajarî vedigere serdema Medya ya beriya zayînê. Lê niha êdî mesîhî divê Mûsilê biterikînin, jixwe gellek ji wan jî reviyane parêzgehên Dihok û Hewlêrê yên Herêma Kurdsitanê.

Rudaw
Top