• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Hatina Talebanî bo YNK û Kurdistanê girîng e’

‘Hatina Talebanî bo YNK û Kurdistanê girîng e’
Biryar e îro Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî ji vegere Kurdistanê ku zêdeyî salekê ye ji bo tedawiyê li Elmanya ye. Endamê Encûmena Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq jî derbarê vegera Talebanî de got: ‘’Hatina Talebanî bo YNK û Kurdistanê jî girîng e.’‘

Derbarê vegera Talebanî de bo Kurdistanê, Endamê Encûmena Navendî ya PDK’ê Piştîwan Sadiq ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Bi hatina Talebanî vêca bi her awayekî be eger nikaribe tevî karê siyasî jî bibe di warê manewî de girîng e, ev hatin jî ne tenê bo YNK’ê di heman demê de bo Kurdistanê jî girîng e û em hêvîdar in bi tendirûstiyeke baş vegere.’‘

Li gor medya YNK’ê, biryar e îro li bajarê Silêmaniyê bi helkefta vegera Talebanî merasîmeke taybet bê sazkirin. Derheqa vexwendin û agahdariya serkirdayetiya PDK’ê de jî Piştîwan Sadiq got: ‘’Haya min jê nîne lê bêguman rêzdar Serok Barzanî ji hemû tiştekî agahdar e.

Basnews
Top