Elawî: İraq di tunêla parçebûnê de ye
Derbarê rewşa niha ya İraqê de Elawî ji kanala El-Cezîre re axifî û got: ‘’Sîbera parçebûna gehiştiye İraqê û tu çareseriyek nîne, divê helwêsteke me ya yekalîker hebe bo vegerandina aramî û asayîşê û rê denin rewşa İraqê zêdetir têk biçe.’‘
Elawî da zanîn ku meydana siyasî ya İraqê ji ber ‘polîtîkayên Malikî’ bi tevahî aloz bûye û li gor wî, ew parçebûna civakî ku niha heye rewşê ber bi cudabûna cografî ve dibe. Bi baweriya Elawî, hilbijartina serokatiya Parlamentoya İraqê, ku hemû alî pêve mijûl bûn, tiştekî ji rewşê naguherîne û divê gotûbêjên zêdetir bên kirin bo normalkirina rewşê.
Derbarê proseya siyasî ya İraqê de Elawî negeşbîn e û wiha dibêje: ‘’Berpirsyarî li İraqê ne hewqasî cihê şanaziyê ye, ji ber bûye amrazeke parçebûna mezhebî li İraqê.’‘ Navbirî rexne li Amerîkayê jî girtin û axaftina xwe wiha qedand: ’‘Amerîka li İraqê ne tenê rejîm rûxand, lê dewlet jî şikand û piştre nakokiyên mezhebî li pey xwe hiştin û çû.
