• Sunday, 15 February 2026
logo

Helwesta PDK û Kosret Resûl li ser xwekandîdkirina Necmedîn Kerîm

Helwesta PDK û Kosret Resûl li ser xwekandîdkirina Necmedîn Kerîm
Li ser posta serokomarê Iraqê û xwekandîd kirina endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm bo vê postê karvedanên derketin holê.

Duh, 16.07.2014, çavkaniyeke agehdar, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Roja Çarşemê, parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê kir, bi mebesta xwekandîdkirin bo posta serokomarê Iraqê.”

Di vê barê de her yek ji Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl Elî û berpirsê kargêrî yê polîtburoya YNK Mela Bextiyar di daxuyaniyekê de ragihandin ku heta niha YNK di danûstandinê de ye ligel aliyên din bo diyarkirina kandîdekî bo posta serokomarê Iraqê ji nava YNK.

Herwiha Kosret Elî û Mela Bextiyar tekez kirin ku “Diyarkirina kandîdê serokomar tenê ji desthilata polîtburoya YNK ye û her gavek berovajî vê yekê em ti carî qebûl nakin.”

Her du rayedarên YNK aşkere kirin jî ku di heyama her 3 rojên bê de, dê polîtburoya pirsa kandîdê posta serokomarê Iraqê yek alî bike û navê wî ragihîne.

Di daxuyaniyê de hatiye jî: “Bi vê daxuyaniyê em hemû aliyekî agehdar dikin, bi taybetî serokatiya Parlamentoya Iraqê ku dê di 3 rojên bê de polîtburoya YNK Biryra xwe ya dawî li ser kandîdê serokomarê Iraqê pesend bike û birêz Serokê Herêma Kurdistanê li ser wê biryarê dê bê agehdar kirin, tenê polîtburoya YNK desthilata wê ye temam heye bo diyarkirina kandîdê YNK bo posta serokomar.”

Hevdem duh, Çarşemê, hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê YNK Celal Talebanî, Hêro Ibrahîm Ehmed di daxuyaniyekê de red kir ku wê piştgiriya kandîdekî diyarkirî li ser hisabê kandîdekî din di nava YNK de bo posta serokatiya Iraqê kiribe.

Hevdem serokê frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li Parlamentoya Iraqê Xesro Goran derbarê xwekandîd kirina Necmedîn Kerîm de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Li gor mercên yasayî, her welatiyek mafê wî heye ku C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê bike bo wê postê, lê heta niha em wek hemû frakisyonên Kurd ti biryara dawî û yek alîker li ser postas kandîdekî nedaye û wek Kurd me ti kandîdek bi fermî nîne.”

Herwiha Xesro Goran da zanîn ku: “Ev babet girêdayî mafê Kurde û rêkeftina serkirdatiya Kurd ki ser kandîdekî di çend rojên bê de ew dê bibe kandîdê frakisyonên Kurd li Bexdayê.”

Rudaw
Top