ENKSê: Em danûstandinê ligel rêveberiya xweseriyê nakin
Piştî civîna sekreteriya giştî ya ENKSê duh li Qamişlo, Endamê ENKSê Ehmed Berekat di kongreyeke rojnamevaniyê de encamên civînê ragihandin.
Berekat got ku “ew amade ne di bin navê PYDê yan EGRKê yan jî TEV-DEMê danûstandinê bikin, lê ew îtîrafê bi rêveberiya xweseriyê nakin û danûstandinê di bin vî navî de ligel wan aliyan nakin”.
Daxuyaniyên Berekat weke bersivdanekê li ser destpêşxeriya “Encûmena Eşîretên Kurd” ji bo despêkirina danûstandinan di navbera ENKS û EGRKê de.
Derbarê yasaya leşkeriya icbarî ku duh ji aliyê hevserokê kantona Cizîrê ve hat pesendkirin, Berekat bal kişand ku ew wek ENKSê dibînin ev yasa “gefeke ji bo valakirina deverên Kurdî û guhertina demografîk li herêmê”.
Ji aliyê xwe ve, endamê sekreteriya ENKSê Feysel Yûsif di kongreya rojnamevaniyê de got ku “eger her rêkeftineke leşkerî pêwîst be, divê di bin bane komîteya pispor a Desteya Bilind a Kurdî de be”.
Li gor wê yasayê, divê her malbateke herêma Cizîrê kurekî xwe yê ku temenê wî di navbera 18-30 salan de be bide da ku 6 mehan xizmeta leşkerî ya icbarî bike di nava refên YPGê de.
Rudaw
