• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Pakêta Pêvajoya Çareseriyê’ ji aliyê Gul ve hat erêkirin

‘Pakêta Pêvajoya Çareseriyê’ ji aliyê Gul ve hat erêkirin
Qanûna “Nehîştina Terorê û Bihêzkirina Tevlêbûna Civakî” ku wek “Pakêta Pêvajoya Çareseriyê” jî tê binavkirin ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul ve hat pesendkirin.

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, qanûna bi navê “nehîştina terorê û bihêzkirina tevlêbûna civakî” ku beriya niha ji aliyê parlamentoyê ve hatibû qebûlkirin, pesend kir û şand ber destê serokwezîr Erdogan.

Qanûna hank u wek “Pakêta Pêvajoya Çareseriyê” û “Çarçoveya Qanûnî ya Pêvajoyê” jî tê binavkirin, rê dide hikûmetê da ku ji bona pêşvebirina pêvajoyê gavên siyasî, hiqûqî, civakî û htd… bavêje û ji bo ku rêxistinên çekdar ên neyarê Tirkiyê bi taybet PKKê çekên xwe deyne, çi pêwîst be were kirin.

Li gorî wê qanûnê, hikûmet dê bikaribe bi sazî û rêxistinên hunder u derve yên neyarên Tirkiyê re hevdîtin bike û bi wan re rûnê.

Li Tirkiyê, her qanûnek ji aliyê serokomar ve hat erêkirin di rojnameya fermî de tê belavkirin û êdî dikeve piratîkê.

Rudaw
Top