• Saturday, 14 February 2026
logo

Osman Ocalan: Divê PYD xwe weke beşek ji siyaseta Kurdistanê bide naskirin

Osman Ocalan: Divê PYD xwe weke beşek ji siyaseta Kurdistanê bide naskirin
Osman Ocelan dibêj, ku divê PYDê xwe wek beşek ji siyaseta Kurdistanî bide naskirin û bi pêywîst dibîne ku Rojava û Başûrê Kurdistanê rêkbikevin, ji ber ku ew yekgirtin dê bibe bingeheke sereke bo Dewleta Kurdistanê.

siyasetmedarê Bakûrê Kurdistanê, Osman Ocelan derbarê siyaseta PKKê û PYDê dibêje: “Ew siyasetekî tekrewî birêve dibin û dixwazin hertişt di destê wan de be, lê dema dikevin nava qeyranekê, tên û li rêya kesekî wek Murad Qereyelan daxwaza hevkariyê dike.”

Osman Ocelan, birayê serokê girtîyê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdullah Ocalan û siyasetmedarê Bakûrê Kurdistanê, dibêje “eger Kobanî bikeve destê DAIŞê, wê demê dê Efrîn û herêma Cezîrê jî bigrin û piştî Rojavayê Kurdistanê dê Başûr û Kerkûkê jî bigrin, lewra daxwaz ji Kurdan kir ku dev ji nakokiyên xwe berdin û li DAIŞê destê xwe bidin hev.”

Ew siyasetmedarê Kurd dibêje: “Rewşa niha ya cîhanê û rojhelata navîn û Kurdistanê bi taybetî rê dide Kurdan ku pirsa xwe çareserbikin, bi taybetî şerê nav Iraq û Sûriyê zemîne saz kiriye ku Kurd bighên mafê xwe û dibêje divê PYDê xwe wek beşek ji siyaseta Kurdistanî bide naskirin û bi pêwîst dibîne ku Rojava û Başûrê Kurdistanê rêkbikevin, ji ber ku ew yekgirtin dê bibe bingeheke sereke bo Dewleta Kurdistanê.”
Top