• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge paşde venakişin

Hêzên Pêşmerge paşde venakişin
Lîsta Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî îdîa kir ku Hevpeymaniya Kurdistanî soz daye Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyên lê bicîh bûne paşde vekişin, lê Hevpeymaniya Kurdistanê ew îdîa red kir.

Di vê derbarê de ji Lîsta Dewleta Yasa Ebas Beyatî got: ‘’Hevpeymaniya Kurdistanê soz daye ku Hêzên Pêşmerge ji kêlgehên petrolê û wan navçeyên ku piştî bûyerên Mûsilê kontrol kirine paşde vekişin.’‘

Beyatî tekez kir hikûmeta navendî xwediyê kêlgehên petrolê yên Kerkûkê ye û wiha axifî: ‘’Li gor destûrê ew hemû kêlgehên petrolê milkê gelê İraqê ne, loma çênebe aliyek dest deyne ser wan.’‘

Derheqa axaftin û îdîayên Beyatî de, Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya İraqê Sîrwan Sîrînî ji BasNewsê re got: ‘’Normal e ku ew daxwaza tiştekî wiha bikin, lê heta niha hihûmeta nû pêknehatiye û tu kes û aliyek jî nikare behsa paşdevekişîna Hêzên Pêşmerge bike, Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Kurd xwedan biryar in.’‘

Sîrînî wiha axifî: ‘’Hêzên Pêşmerge ji bo parastina mal û canê neteweyên nav Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê çûne wan navçeyên ku artêşa İraqê nikarî wan biparêze û eger ne ji Hêzên Pêşmerge bûya dê ew navçe niha di destê DAİŞ’ê de bûna, wate çima Pêşmerge paşde vekişin?.

Basnews
Top