58 hezar turkmanên Tileferê reviyane Şingalê
Qaymeqamê Şingalê Miyeser Hacî Salih ragihand, derdora 12 hezar malbat ji ber şerê artêşa Iraq û DAIŞê reviyane Şingalê.
Hacî Salih da zanîn, hejmara wan awareyan 58 hezar kes e ku di nav wan de 35 hezar zarok hene û diyar kir, beşek ji penaberên Tileferê li nav mizgeft, dibistan û ziyaretgahan de dimînin û xelkê deverê jî alîkariya wan dikin.
Duh jî berpirsê PDKê li Mûsilê ragihandibû, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kampekê ji awareyên Tileferê re ku pirraniya wan turkman in, çêbike.
Rudaw
