NY ji Îsraîl û Hemasê daxwaza agirbestê kir
Ev 5 roj û şev in ku artêşa Îsraîl bi rêya asiman û erdê re êrişî bingeh û baregehên rêxistina filistînî ya Hemasê dike û Hemas jî bi top û mûşekan bersiva Îsraîlê dide.
Li gorî agahiyan, rayedarên filistînî dibêjin, heta niha herî kêm 133 kes ji ber êrişên Îsraîl hatine kuştin.
Encumena Ewlehiyê ya NY jî ji Îsraîl û rêxistina Hemasê xwest, şer û pevçûnê bidin sekinandin û dest bi hevdîtinê bikin.
Encumenê her wiha dilgiraniya xwe li hember rewşa Xezê aniye ziman û ji her du aliyan xwestiye, li gorî qanûnên navdewletî tevbigerin û sivîlan biparêzin.
Hat zanîn, çekdarên filistînî balafireke bêbalafirvan a artêşa Îsraîlê xistine erdê û başûrê Îsraîlê didin ber topan.
Serokezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu jî duh gotibû, heta çekdarên filistînî êrişên xwe nedin sekinandin êrişên Îsraîl dê bidome.
Tê zanîn, kirîza niha ya navbera Îsraîl û filistîniyan piştî dîtina cenazeyên sê xortên cihû derket holê. Îsraîl, rêxistina Hemas bi kuştina wan xortan tohmetbar kiribû.
Rudaw
