Şehristanî ji dêlva Zêbarî beşdarî civîna Komkara Erebî dibe
Komkara Welatên Erebî ragehand ku roja Dûşembê (14.07.2014) şandeke İraqê bi serokatiya Husên Şehristanî wek Wezîrê Derve yê İraqê beşdarî civîna wezîrên derve yên welatên Erebî dibe bo gotûbêjkirina rewş û bûyerên li Xezzayê diqewimin.
Di beyannameya Komkara Welatên Erebî de wiha tê gotin: ‘’Birêveçûna vê civînê piştî şikestina Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî tê ku nikarî biryarekê derxîne bo westandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzayê û civîn jî li ser daxwaza dewleta Kuwêtê ye.’‘ Eger heye ku Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî wek Wezîrê Derve yê İraqê pêşwaziyê li Husên Şehristanî bike.
Hêjayê gotinê ye piştî wêya Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kir ku qaşo ‘Baasî û terorîstan’ dihewîne, wezirên Kurd ji Bexdayê vekişiyan û Malikî, Husên Şehristanî li şûna Zêbarî danî wek wezîrê derve.
Basnews
