Nêçîrvan Barzanî û konsulê Îtaliyayê rewşa Îraqê û penaberan nirxand
Di civînekê de, konsulê Îtaliyayê careke din tekîd kir ku, welatê wî, Îtaliya, bi çavekî giring li peywendiyên bi herêma Kurdistanê re dinihêre û dixwaze wan tekeliyan di hemû waran de xurtir û berfirehtir bike. Wî got ku, kosulxaneya Îtaliyayê a herêma Kurdistanê roleke giring di berfirehkirina kenalên têkeliyan bi herêma Kurdistanê re û zaniyariyên pêwîst bi wan îtaliyayîyan yên ku, dixwazin li herêma Kurdistanê serrmayeyê xwe birazîn in, dide.
Rewşa nû ya Îraqê, kirîza ewlehiyê li Îraqê û metirsiyên teror û DAÎŞê li ser deverê mijarek din a civînê bû û di vê çarçoveyê de konsulê Îtaliyayê got ku, ew bi berdewamî hikûmeta welatê xwe bi pêşhatên nû agadar dikin û Îtaliya agadar e ku, herêma Kurdistanê herêmek biîstîqrar, aram û bi ewle ye û ji bo bazirgan û sermayerazandinê jîngehek minaisb e û ji ber hindê şirket û kompaniyên îtalyayî bi awayekî çalak beşdariyê di bizava bazirganî û êkonpmî de dikin û tê pêşbînîkirin di sala bê de zêdetir ji sed kompaniyên îtalyayî di pêşangeha navdewletiya Hewlêrê de beşdar bin.
Pirsa penaberên surî û penaberên navxweyî yên Îraqê yên li herêma Kurdistanê, di civînê de, hat gotûbêj kirin û konsulê Îtaliyayê got ku, ka çewan berê hikûmeta wî alîkariya penberan kiriye dê niha jî digel aliyên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê bi berdewamî alîkariya penaberan bike û niha 7 rêxistinên ne hikûmî NGO yên îtaliyayî li herêma Kurdistanê di warê alîkarîkirina penaber û koçberan de kar dikin.
Serokwezîrê Kurdistanê, ji aliyê xwe ve, got ku, herêma Kurdistanê jî bi giringî li peywendiyên xwe yên digel Îtaliyayê dinhêre û dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe bi Îtaliyayê re pêş bixe. Li dor rewşa penaberan jî, serokwezîr gor ku, di warê penaber û koçberan de piroblem heye û, mixabin, hikûmeta Îraqê bi tu awayî hest bi berpirsiyariya xwe nake, ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkarîya civaka navdewletî heye û hijmara penaber û koçberan ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir e û pêwîste hemû alî zêdetir hevkarî û alîkariya wan bikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû penaberan wek yek, bê cudahiyên neteweyî, olî û mezhebî diparêze. Bi taybetî li deşta Nînewayê ku, pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebên yên cuda li wê deverê hene.
Behsa guhertinên piştî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê terorîstan ve hatiye holê, hat kirin û serokwezîr tekîd kir ku, Îraqa pêş kotirolkirina Mûsil û piştî ketina Mûsilê û deverên din, Îraqek cudaye.
