• Saturday, 14 February 2026
logo

YPG: DAIŞ li Kobanê bombeyên kîmawî bikar anîn

YPG: DAIŞ li Kobanê bombeyên kîmawî bikar anîn


Çekdarên dewleta îslamî li Êraq û şam (DAIŞ'ê) roja 9/7/2014`an li gundên rojhilatê herêma Kobanê bombeyên germahiyê yên Emerîkî bikar anîn. Li ser vê yekê şervanên YPG'ê ji 3 gundên herêmê vekşiyan.

Navenda Çapemeniya YPG'ê derbarê pevçûnên dawî yên li rojhilatê herêma Kobanê duh daxuyaniyek da û ragihand ku: "Di 7'ê tîrmeha 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Kurdan ên rojhilatê herêma Kobanê û rojavayê bajarê Til Ebyedê, kirin. Di van êrîşan de çeteyan hemû çekên giran ên ku ji Êraqê derbasî Sûriyeyê kirine bikar anîn. Di destpêkê de çeteyan bi tank, top û hawanan gundên Evdokê, Kendal û Girê Sorê topbaran kirin û ber bi van gundan ve pêşve hatin. Şervanên me yên YPG'ê û YPJ'ê bersiv dan û di navbera wan û çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama van pevçûnan de zêdetirî 100 çete hatin kuştin, bi dehan çete birîndar bûn, tankek hate rûxandin û tankeke din jî bêbandor bû. Ji ber derbeya ku şervanên YPG'ê li wan dan, çeteyan bombeyên germahiyê yên Emerîkî bikar anîn."

Di daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê bombeyên germahiyê yên Emerîkî bikar anîn, em ji raya giştî re vekişandina xwe ji gundên Evdokê, Kendal û Girê Sorê yên rojhilatê herêma Kobanê, radigihînin.”

YPG , cext li wê yekê jî kir û got: Wekî Yekîneyên Parastina Gel em soz didin hemû tekoşerên xwe ku tola wan hilînin û Kobanê biparêzin."

Hêjayî gotinê ye " Bombeyên Germahiyê" ku Emerîka cara ewil ev bombe çêkir û navba wê kir (Dayîka Bombeyan) û piştre jî Rûsyayê heman bombe çêkir û ji qereza Emerîka navê wê (Bavê Bombeyan) lê kir.

ANHA-Xendan
Top