Peyama Ocalan jibo Mam Celal û Mesûd Barzanî
Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan roja 10/4/2014 di hevdîtina xwe li gel parlemantrera serbixwe a Amedê Leyla Zana û parlemanterê HDP Siri Sureye Onder de ji sekretrerê YNK û serokomarê Êraqê Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re peyamek nivîskî şand.
Sirî Sureye Onder ji ajansa Firatnewsê re da xuyakirin ku Ocalan ji sekreterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)'ê û Serokkomarê Êraqê Celal Talabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî re peyam şandiye.
Onder ev agahî dan; "Birêz Ocalan ji Celal Talabanî û Mesût Barzanî re peyamek taybet nivîsand. Peyama xwe ya ji bo Talabanî bi nivîsa li ser tenduristiya wî destpê kir.
Ocalan gotiye: 'Min bihîst rewşa we ya tenduristiyê ber bi başiyê ve diçe, lewma gelekî kêfxweş bûm'.
Onder da diyar kirin ku di her du peyaman de jî hat destnîşankirin ku bûyer û pêşketinên dawî pêwîstiya lezgîn a Kongreya Neteweyî û yekitiya neteweyî raxistine pêş çavan û xwest hewldanên di vê mijarê de demek ji ya din zûtir biçin serî.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder ragihand ku wan li Îmraliyê bi Rêberê PKK Abdulah Ocalan re hevdîtinek ji 3,5 saetan pêk anîne. Onder destnîşan kir ku moral û rewşa tenduristiya Ocalan baş e.
ANF
