• Sunday, 15 February 2026
logo

Malikî: Emê pilanên parçekirina Iraqê ji nav bibin

Malikî: Emê pilanên parçekirina Iraqê ji nav bibin
Serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê Nûrî Malikî ragihand ku ew dê pilana parçekirina axa Iraqê “Ji nav bibe.”

Duh, 11.07.2014, serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê Nûrî Malikî pêşwazî li Wezrîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî kir, ku bi nûneratiya Serokê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî ev serdan encamdanbû.

Di hevdîtinekê de Malikî ji aşnda Misrî re ragihand ku “Gelê Iraqê pabednî yekîtiya axa xwe û dê terror û pilanê parçekirinê ji nav bibe.”

Li gor daxuyaniya Encûmena Wezîrên Iraqê, Malikî spasiya serokê Misrê kir li ser helwestên wî derbarê yekgirtina axa Iraqê.

Ji aliyê xwe, Wezîrê Derve yê Misrê tekez li ser piştgiriya welatê xwe bo yekgirtina axa Iraqê kir û daxwaza geşbûna peywendiyan dib navbera her du welatan de kir.

Li gor nûçeya rojnameya el-Heyat a erebî jî , Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî pêşniyar kiriye ku kongreyek bi amadebûna aliyên krîza Iraqê û bi çavdêriyeke erebî û navdewletî bê lidarxistin.

Rudaw
Top