Tirkiyê û Îran dixwazin agirbest li Xezayê çêbibe
Serokwezîrê Tiriyê Receb Teyib Erdogan di reya telefonê re bi serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re jî axifî.
Li gor daxuyaniya serokwezîrtiya Tirkiyê, Erdogan û Rûhanî li ser riyên gihandina alîkariyên hawarçûnê ji bo filestîniyan rawestiyan û xwestin ku di riya civakê Îslamî re zextek ji bo ragihandina agirbestekê çêbibe.
Erdogan ji raya giştî re ragihand ku “eger rast Îrasîl dixwaze bi Tirkiyê re danûstandinên asayî çêbike, pêwîste dest ji van tevger û operasyonên xwe li dijî gelê Filestînê berde û wan bombebaranan rawestîne”.
Erdogan ji bo destêwerdana Neteweyên Yekbûyî û Encûmenea Navdewletî ya Ewlekariyê telefona sereterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon kir.
Erdogan ji Ban Ki-moon xwest ku bi leztirîn dem destêwerdanê bikin û “êrîşên Îsraîlê li dijî Filestîniyan rawestînin”.
Serokomarê Tirkiyê Ebdulah Gul hişyarî da hikûmeta Îsraîlê û got “bila dest ji bombebaranan berde û pêwîste vegerin mercên agirbesta 2012an”.
Rudaw
