• Saturday, 14 February 2026
logo

Wezîrên Kurd êdî li beramber Nûrî Malikî bêdeng nabin

Wezîrên Kurd êdî li beramber Nûrî Malikî bêdeng nabin
Cigirê Serokwezîrê İraqê Roj Nûrî Şaweys ligel wezîrên Kurd ên İraqê civîneke çapemeniyê lidar xist û têde bi tundî helwêsta doh a Serokwezîrê İraqê li beramber Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Cigirê Serokwezîrê İraqê Roj Nûrî Şaweys got: ‘’Daxwiyaniya doh a Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî dijî hemû pêkhate û prensîbên bihevrejiyanê ye li İraqê, di heman demê de gefeke mezin e jî bo ser hemûyan.’‘

Hêjayê gotinê ye piştî wê daxwiyaniya tehdîdwarî ya doh a Malîkî, Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê biryar da ku hemû wezîrên Kurd ji Bexdayê vekişin û beşdarî civîna Ebcûmena Wezîrên İraqê nebin.

Derbarê boykotkirina rûniştinê Encûmena Wezîrên İraqê de jî Şaweys wiha axifî: ‘’Boykotkirina rûniştinan tê wateya nemana sebrê û pêşandana nerazîbûnê li beramber wan kar û daxwiyaniyên bê bingeh ên Nûrî Malikî.’‘

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî rexneyên giran li Herêma Kurdistanê girtibûn û gefa wê yekê xwaribû ku ew ranawestin heta navçeyên ji bin destê wan hatine derxistin, venegerînin. Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de gotibû: “Em nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe binkeyê Baas û DAİŞ’ê.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bersiva daxwiyaniya Malikî da û ragehand ku xelk ji ber dîktatoriyeta Malikî reviyane û hatine Hewlêrê. Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê got ku Malikî bi nexweşiya Hysteria ketiye û hevsengiya-tewazûna xwe wenda kiriye.

Ji aliyê xwe ve Parlamentoya Kurdistanê jî bersiva daxwiyaniya doh a Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî da û ragehand ku ancex bi diyalogê pirsgirêk tên çareser kirin ne bi gef û tehdîdan.

Basnews
Top