Erebek û jineke Kurd bûn hevserokê Kantona Cizîrê
Duh (10.07.2014) Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cizîrê civînek awarte li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê lidarxist û tê de Hediye Yûsif a Kurd, û Şêx Himêdî Deham ku şêxê eşîreta Şemmer ya Erebe wek hevserokên Kantona Cizîrê hilbijartin. Di civînê de her du hevserokan, Hediye Yûsif û Himêdî Deham sûnda yasayî li pêş Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cizîrê xwarin.
Di yekemîn daxuyaniya xwe de piştî sondxwarinê, her du hevserokên Kantona Cizîrê tekez li ser hevgirtina axa Sûriyê kirin û ragehandin ku armanca wan ne cudabûna ji Sûriyê ye lê ew dê kar bikin bo peydakirina aştî û biratiyê di navbera pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de.
Himêdî Deham şêxê eşîreta Şemer a Ereb e ku navçeya wan dikeve ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê de û hilgirê baweranameya amadeyî ye. Hediye Yûsif jî berî ku bibe hevserok Seroka Yekîtiya Star, rêxitsina jinan a Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) bû.
Kantona Cizîrê roja 22’ê Çileya 2014’an li bajarê Amûdê ji aliyê PYD û çend hevalendên wê ên Ereb, Kurd û Mesîhî ve hat ragihandin. Piştî ragehandina Kantona Cizîrê, Efrîn û Kobanê jî wek du kantonên cuda hatina ragihandin û piştre rêvebriyên xweser li wan kantonan hatin pêkanîn, gelek pispor dibêjin ku bi avakirina van kantonan Rojavayê Kurdistanê bû 3 parçe û ti sîmayek Kurdistanî di nav û yasayên wê de nîne.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî ku yek ji hêzên siyasî yên sereke yên Rojavayê Kurdistanê tê naskirin heta niha tevlî kantonan nebûye û ragehand ku itîrafê jî bi wan kantonan û her biryareke ku ji wan derbikeve jî nakin.
Basnews
