Civîna Serok Barzanî bi nûnerên dewletên bîyanî re; Gelê Kurd bo çarenivîsa xwe îcaze li ti kes û alîyekê wernagire
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Duh li Hewlêrê bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya.
Di civînê de ku bi mebesta şirovekirin û ragihandina bûyer û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat sazkirin, Barzanî behsa rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê her wiha “bihêztirbûna terorîstan” kir û ev yek wek metirsiyekê nirxand.
Barzanî wiha got: “Şerê li dijî terorê pêwîstî bi hewlên hevbeş ên navdewletî ye û niha jî çekdar û terorîstan ji Reqqaya Sûriyê heta nêzîkî Bexdayê xistine bin kontrola xwe.”
Li gorî daxuyaniya civînê ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Barzanî diyar kir, piştî ku artêşa Iraqê li hember DAIŞê şiket Malikî ji bona veşartina wê şikestê dixwaze tohmetên bêbingeh li Herêma Kurdistanê bide, ev jî di demekî de ye ku berpirsê têkçûna rewşa Iraqê serokwezîrê Iraqê bixwe ye.
Li ser gef û tohmetên ku Malikî li dijî Hewlêrê avêtiye holê, Barzanî têkez kir ku Hewlêrê her dem cihê wan welatî û mexdûran bûye ku ji destê dîktatoriyê reviyane û niha jî nêzîkî milyonek û 200 kesan reviyane Herêma Kurdistanê û wiha anî ziman: “Li şûna ku Malikî erkên xwe li hember vê rewşê bicîh anîba û spasiya Herêmê kiriba û behsa alîkariyê kiriba bi vî rengî tohmetan li Herêma Kurdistanê dide.”
Serokê Herêma Kurdistanê, li ser wê tohmeta ku tê gotin Kurdistanê Iraq perçe kiriye ragihand ku binpêkirina destûrê, siyaseta dîktatoriyê, despotism û piştguhxistina gelên din Iraqê perçe kiriye nek Kurdistanê, jixwe destûr bi awayekî vekirî behsa vê yekê dike ku pêbendî bi destûrê yekitiya xaka Iraqê diparêze û rayedarên Bexdayê bi dehan caran destûr binpê kirine.”
Derbarê siyaseta Herêma Kurdistanê li hember rewşa nû de jî Barzanî got, piştî bûyerên Mûsilê û kirîza nû, Herêma Kurdistanê bi du şêwazan kar dike; ya yekê ew e ku alîkariya birayên şîe û sunnî dike da ku arîşeyan xwe çareser bikin û pêvajoya siyasî biser bikeve, ya din jî rijdbûna li ser destnîşankirina mafê çarenûsa gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê jî mijûlî dîtina rê û rêbazên cîbicîkirina vê yekê ye.
Mesûd Barzanî, her wiha têkez kir ku ji vê biryarê paşde venagere û gelê Kurdistanê jî ji bona diyarkirina qedera xwe ji ti kes û aliyekî destûrê nastînin.
Li ser madeya 140 a destûra Iraqê û Kerkûkê jî Barzanî got, hêzên Pêşmerge ji bona parastina xak û gel li hember êrişên terorîstan li wan deveran hatine binecîhkirin û ti carî jî venakişin.
Barzanî li ser qedera deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî got, tenê qonaxa referandomê maye û emê hurmeta ra û îradeya gelê wan deveran bigirin û emê hewl bidin Kerkûk bibe sembola pêkvejiyana netewî û ayînî.
