Demîrtaş: Kurdên Bakur perçebûnê naxwazin
Namzedê HDPê ji bo serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş îro di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku “eger Kurdên Bakurê Kurdistanê perçebûna Tirkiyê bixwestana ew nedikirin namzedê serokomariyê”.
Demîrtaş herwiha tekez kir “wan ti bazartî bi AKPê re nekirine ku ewê di gera duyemîn a hilbijartinê de piştgiriya û namzedê AKPê Receb Teyib Erdogan bikin”.
Hevserokê HDPê destnîşan kir ku “pereyên ku AKPê li ser kampaniyên hilbijartina Erdogan xerc dikin bi sed qatan ji pereyên ku ew li ser kampaniya xwe xerc dikin zêdetir û li vê derê bêdadiyeke mezin heye”.
Rudaw
