Wezîrên Kurd naçin Bexdayê
Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî di gotara xwe ya doh a heftane de gef li Herêma Kurdistanê xwaribûn û gotibû: “Em nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe binkeyê Baas û DAİŞ’ê.”
Malikî derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku niha di bin destê Hêzên Pêşmerge de ne û ew navçeyên ku DAÎŞ’ê jî wergirtine, wiha axifîbû: “Em ranawestin heta ku hemû navçeyên ku ji bin destê me hatine derxistin, venegerînin.
Rudaw
