Parlamenterê Ormiyê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
Abid Fetahî ji ajanseke navxweyî ya Îranê re got “Misilman bi ti awayî serxwebûna Kurdistanê qebûl nakin”.
Fetahî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “axa Iraqê bi temamî ya hemû misilmanan e” û serxwebûna Kurdistanê jî wek “pilana Amerîka û Îsraîlê” bi nav kir.
Parlamenterê Ormiyê “Kurdistanê wek navçeyeke hestiyar li rojavayê Asyayê” da naskirin û got “Wek çawa em misilman îtîrafê bi dewleta Îsraîlê nakin emê herwiha îtîrafê bi Dewleta Kurdî jî nekin”.
Abid Fetahî bal kişand ku yekemîn welatê ku piştgiriya ragihandina Dewleta Kurdî kir Îsraîl bû û got “Em vê yekê qebûl nakin”.
Rudaw
