• Saturday, 14 February 2026
logo

Berpirsê partîyeke Turkmanî: Em li Kerkûkê bi xwînê piştgîrîya Pêşmerge û serok Barzanî dikin

Berpirsê partîyeke Turkmanî: Em li Kerkûkê bi xwînê piştgîrîya Pêşmerge û serok Barzanî dikin
Serokê partîyeke Turkmanî ya Kerkûkê ragihand, ku ´´bo piştgîrîya hêzên pêşmerge heta niha zêdetir ji 200 kesan bi xwînê tilîyên xwe muhr kirine û soz dane ku hevrêz li gel pêşmerge ji bo Kerkûkê û dijî terorîstan şer bikin.´´ Herwiha tekez jî dike ku ´´ %100 piştgîrîya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê dikin da ku refrandumê saz bike û Kerkûk vegere ser Kurdistanê.´´


Welîd Şerîke serokê partîya Exaî ya Turkmanî di bêjedaneke taybetî de ji PNA re ragihand:´´ em weke partîya xwe, me dest bi komkirina hêzekê bo piştgîrîya hêzên pêşmerge kiriye û li sînorê bajarê Kerkûkê heta niha zêdetir ji 200 kesên Turkman, bi xwînê navê xwe tomar kirine û bo dirustbûna ewê hêzê li sînorê bajarê Kerkûkê em hewl didin da ku zêdetirîn kesan tomar bikin da ku em jî li gel hêzên pêşmerge canê xwe bikin qurbanî ji bo parastina Kerkûkê ji destê nehezan û têkderên bajarê me.´´

Welîd Şerîke herwiha got:´´ me hemû demekê xwe bi pêşmege zaniye û ji ber wê jî ti demekê me xwe cuda nekiriye ji evê hêzê, çimku armanca wan (pêşmrege) parastina Kurdistanê û kerkûkê ye û Kerkûk jî yek ji bajarên Kurdistanê ye.´´

Welîs Şerîke herwiha da xuyakirin:´´ em bi hemû şêweyekê piştgîrîyê li daxawza serokê Herêma Kurdistanê serok Mesûd Barzanî bo encamdana refrandumê li Kerkûkê dikin da ku Kerkûk bi fermî vegere bo ser Herêma Kurdistanê û paşê jî dewleta serbixwe ya Kurdistanê bihê ragihandin û emê Kerkûkî jî di çarçoweya evê welatî û dewletî de bîn, çimku Kurdistan gişt netewe tê de ne û ji ber wê em wekû Turkman li gel daxwaza serok Barzanî ne û bi bê hîç mercekê weke pêşmergeyekê kar bo vegeryana Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê dikin.

Top