• Sunday, 15 February 2026
logo

“Divê PYD û partiyên din bê qeyd û merc li hev bicivin”

“Divê PYD û partiyên din bê qeyd û merc li hev bicivin”
Komîteya rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî daxwaza ji hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku bê qeyd û şert li hev bicivin û li dijî êrîşên DAÎŞê bibin yek.

Komîteyê daxuyaniyek derbarê êrîşên DAÎŞê yên li dijî herêma Kobanî û herwiha rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê de derxist û tê de ragihand ku “Em bi yekîtiya neteweyî dikarin Kobanç û tevahiya Rojavayê Kurdistanê biparêzin”.

komîteya rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî ew ew êrîş bi tundî şermezar kir û got “Êşên miletê me yê Rojava êşên me ne û serkeftinên wan jî serkeftinên me ne”.

Komîteya rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî bang li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê kir ku “Desteya Bilind a Kurd (DBK) li gorî rewşa heyî û li ser bingiha yekgirtin bê nûkirin”.

Herwiha ji PYDê xwest ku “dest ji îdareya yekpartîtiyê’ berde û ligel hemû hêzên siyasî yên Rojava bê qeyd û şert ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bicive û hewcadariyên yekitiyê pêk bîne”.

Komîteya rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî herwiha got ku “divê hêzên li derveyî PYDê jî di vê derbarê de bê qeyd û şert hemû berpirsyariyên xwe yên neteweyî bi cîh bînin”.

Rudaw
Top