• Saturday, 14 February 2026
logo

Onder: Pêvajoya aştiyê Ocalan destpêkiriye

Onder: Pêvajoya aştiyê Ocalan destpêkiriye
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirî Sureyya Onder ragihand ku pêvajoya aştiyê ne ji aliyê hikûmetê lê ji aliyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.

Onder di gotûbêjên derbarê projeyasaya pêvajoya aştiyê li Parlamentoya Tirkiyê de got “Li Tirkiyeyê navê pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka ‘kêşeya asayişê’ yan jî ‘kêşeya terorê” tê binav kirin, ew jî bi xwe şaştiyeke mezine û ev qanûna pêvajoyê bi tena xwe têr nake, divê parlamento di mijara pirsgirêka Kurd de însiyatîfê têxe destê xwe”.

Onder diyar kir ku “hikûmet hertim dide diyarkirin ku wê ev pêvajo destpêkiriye, lê bi rastî yê ev pêvajo destpêkiriye di Newroza 2013an de Ocalan bû”.

Sirî Sureye Onder anî ziman ku “eger hikûmet behsa bêçekbûna gerîlayan dike, pêwîste destpêkê ew dest ji çêkirina qereqol û bendavan berde”.

Rudaw
Top