Ebas Beyatî: heta niha Hevpeymanîya Niştimanî guft û go di bareya kandîdê postê serokê wezîran de nekiriye
Ebas Beyatî ji PNA re ragihand, ku heta niha Hevpeymanîya Niştimanî guft û go di bareya kandîdê postê serokê wezîrên Iraqê de nekiriye, ji ber ku Hevpeymanîya Niştimanî tenê yek post nîne, gerek kesekî ji bo postê cihgirê serokê encûmena nûneran û kesekî din ji bo postê cihgirê serokê komarê û kesekî din ji bo postê cihgirê serokê encûmena wezîran, kandîd bike.
Weha jî da zanîn, ku Hevpeymanîya Niştimanî guft û goyê di bareya hemû postên han de dike û dixwaze mafê ti alîyekî di nava Hevpeymanîyê de nehê xwarin.
