Ebdulhekîm Beşar car din bû cîgirê serokê hevpeymaniya Sûriyê
Di hilbijartinên serokatiya hevpeymaniyê de ku şeva sêşemê birêveçûbûn, Ebdulhekîm Beşar ku yek ji nûnerên ENKSê di hevpeymaniyê de ye ji bo posta cîgirê serokê hevpeymaniyê hat hilbijartin.
Di heman hilbijartinan de, Hadî el-Behra ku namzedê “Grûpa Demokratan” a ser bi serokê berê yê hevpeymaniyê Ehmed Asî Cerba bû, weke serokê nû yê hevpeymaniya opozîsyonê hat hilbijartin.
Endamê desteya siyasî ya hevpeymaniya opozîsyonê Selah Derwîş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekez kiribû ku ENKSê ti guhertin di nûnertiya xwe di hevpeymaniyê de nekiriye.
Ebdulhekîm Beşar ku endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriye (PDK-S) ye di xola borî de jî her cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê bû.
Rudaw
