• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Em nikarin li İraqê qala yekîtiya neteweyî bikin’

‘Em nikarin li İraqê qala yekîtiya neteweyî bikin’
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbarê rojevê û rewşa niha ya İraqê de ji kanala Skyturk re axifî û got: ‘’Berpirsyariya yekîtiya Iraqê berî her tiştî di destê Bexdayê de ye.’‘

Davutoglu diyar kir ku dermanê Iraqê çavkaniyên enerjiyê ne û divê ev çavkanî di demeke kurt de li bazarên dinyayê belav bibe, rewşa gelê Iraqê baş bibe û wiha axifî: ’Li gor destûra bingehîn a Iraqê em dixwazin petrola û qaza Bakurê Iraqê bişînin bazarên dinyayê. Dê ev berdewam bike. Bi vî awayî dê rewşa gelê Iraqê baş bibe. Evna ji bo pêşeroja Tirkiyê jî baş e. Li ba cîranên Tirkiyê çavkaniyên dewlemend hene, li cem me jî kêmasiya enerjiyê heye. Divê em vê qederê biguherînin û çavkaniyên derdorê di ser Tirkiyê re bişînin bazarên cîhanê.’

Davutoglu destnîşan kir ku Tirkiye bi salan e dixwaze li Teleferê pevçûna di navbera Turkmenên Şîe û Sunne de çareser bike û got ku eşîrên Turkmen ên Şîe û Sunne gelek caran li Stenbolê civiyana daku navbera xwe baş bikin. Davutoglu got: ’Xwezî hewldanên me yên li wir bigihiştana encamekê. Xwezî Malikî pêşniyarên me yên dostane bidîtana û serokên Sunne jî tevlî pêvajoyê bikirana.’‘

Davutoglu tekez kir ku dê hêviyên kesênku dixwazin li Iraq û Tirkiyê şerê Tirk û Kurdan derxin val derkevin û got ku pêvajoya çareseriyê hem siyaseta nav welêt e û hem jî ya derveyî welêt e, polîtîkaya Tirkiyê ya Iraqê jî bi heman awayî hem siyaseta nav welêt e û hem jî ya derveyî welêt e.

Davutoglu wiha axivî: ’Mitînga ku Serokwezîrê me li Diyarbekirê bi Mesûd Barzanî re kir yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê bû. Berpirsiyariya yekîtiya Iraqê beriya her tiştî destê Bexdayê de ye. Divê destpêkê ew gav bavêjin. Meaşê herêma Kurdan nehatinye dayîn. Em çawa dikarin qala yekîtiya neteweyî bikin. Em tim dibêjin, ji bo Kurdan biryara herî baş yekîtiya Iraqê ye û ev ji bo me girîng e.

Basnews
Top