Li Rojavayê Kurdistanê rewş ber bi têkçûnê ve diçe
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de hevwelatiyên Serê Kaniyê û Tirbe Spiyê ji BasNewsê re gotin: ‘’Ji ber şerê navbera şervanên PYD’ê û çekdarên radîkal ên DAİŞ’ê tirseke zêde li ba hevwelatiyan çêbûye, herwiha krîzeke mezin a însanî serî hildaye û hevwelatî neçar dibin mal û milkên xwe bicîh bihêlin û ber bi sînorên Tirkiyê koçber bibin.’‘
Hevwelatiyên ku nexwestin navê wan were eşkere kirin, dibêjin ku eger rewş wiha berdewam bike dê Rojavayê Kurdistanê bi tevahî vala bibe. Ji aliyekî din ve çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got: ‘’Ji bo danîna planekê û hevkarîkirina hêzên PYD’ê, şandeke îstîxbarata rejîma Beşar Esed xwestin serdana Lizqiye û Tirbespiyê bikin, lê çekdarên DAİŞ’ê rûbirûyê wan bûn û neçar man paşde vegerin.’‘
Heman çavkaniyê îdîa kir ku peywendiya PYD’ê bi îstîxbarata rejîmê Esed re heye û rejîm jî berdewam di warê maddî û çek û teqemeniyan de hevkariya an dike. Ji aliyê xwe ve çavdêrekî ssiyasî yê ji Rojavayê Kurdistanê jî bo BasNewsê got: ‘’Peywendiyên berdewam ên PYD’ê ligel rejîma Beşar Esed û zeftkirina desthilatê li Rojavayê Kurdistanê, zerareke zêde gehandiye xelkê Rojava.’‘
Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Bi saya vê siyaseta şaş ku PYD li Rojavayê Kurdistanê peyrew dike û aliyên din ên siyasî yên Kurdî paşguh kirine, gelek caran bûye sedema karesatên însanî yên mezin û niha jî rewşa xelkê gelekî xirab e. Herwiha eger PYD li ser vê siyaseta xwe berdewam be ne dûr e ku Rojavayê Kurdistanê bi yekcarî wêran bibe.
Basnews
