Dîyala… Çekdarên Da`iş 4 Hevwelatî Sêdare Dan
Xalib Etîye ji PNA re ragihand, ku duh çekdarên Da`iş li sînorê devera Uzêm a ser bi parêzgeha Dîyale ve, 4 hevwelatî girtin û sêdare dan.
Weha jî da xuyakirin, ku her duh çekdarên Da`iş li devera Cezîre ya nêzîkî bajêrê Baqube, êrîşî ser xaleka pişkinînên hêzên Piştevanîyê (sehwe) kirin û di encam de, endamekî hêza han hat kujtin û 2 kes jî birîndar bûn.
Weha jî da zanîn, ku her duh hejmarek çekdaran li bajarokê Mensuriye êrîşî ser xaleka pişkinînên hêzên polîsên Dîyala kirin û di encam de, 2 polîs birîndar bûn.
