Air France dixwaze dest bi seferên navbera Parîs û Hewlêrê bike
Li gora nûçeya rojnameya fransî “Le Figaro”, Air France ti astengiyan li pêşiya vekirina xeta Parîs-Hewlêr nabîne û dest bi hewldanên cîbicîkirina van sefer û geştan kiriye.
Air France di sala 2010an de bi sedema nebûna ewlekariyê rê nedabû destpêkirina seferên di navbera Parîs û Bexdayê de.
Rojnameyê herwiha balê dikşîne ser rewşa aramiya Kurdistanê û dide zanîn ku ew dever di aliyê veberhênanê de pir balkêş e.
Roja 23yê gulana îsal, serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li Parîsê ji aliyê serokomarê Fransa Francois Hollande ve hatibû pêşwazîkirin.
Rudaw
