• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşniyara Îranê bo YNK û Tevgera Goran: Herêma Silêmanî-Kerkûk

Pêşniyara Îranê bo YNK û Tevgera Goran: Herêma Silêmanî-Kerkûk
Nerîna hinek endamên serkirdayetî û bi taybetî jî Serokê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad ku dibêjin; ‘’Em dewleta Kurdî naxwazin û maddeya 140 divê ji aliyê İraqê ve were cîbicîh kirin’‘, di nav YNK’ê de bêzariyek çêkiriye, herwiha kadro û serkirdeyên wê ji nerîneke wiha nîgeran in. Hevdem Îranê jî pêşniyara pêkanîna herêma Silêmanî-Kerkûkê daye YNK’ê û Tevgera Goran.

Piştî bûyerên Mûsilê û ew rewşa ku li rojhilatê naverast derketiye holê, serkirdayetiya Kurd û piraniya aliyên siyasî di wê baweriyê de ne ku divê Herêma Kurdistanê rêyeke nû bide pêşiya xwe û ber bi serxwebûnê ve biçe, bi taybetî jî di rewşeke wiha de ku tevahiya axa Kurdistanê ya di nav İraqê de niha di destê Kurdan de ye, lê belê helwêsta hinek ji endamên serkirdayetiya YNK’ê û bi taybetî jî Serokê Encûmena Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad, berevajiya helwêsta aliyên siyasî yên Kurdistanê ye û vêna jî di nav YNK’ê de bêzariyek çêkiriye.

Ji aliyekî din ve çavkaniyeke agahdar a nêzîkê civînên Îranê ligel YNK û Tevgera Goran, ji BasNewsê re eşkere kir ku di wan civînan de Îranê ji herdu aliyan re pêşniyar kiriye ku herêmeke serbixwe bo Silêmanî û Kerkûkê pêk bînin û di vî warê de wê Îran hevkariya wan bike, herwiha derbarê serxwebûnê de jî hişyarî daye ku ew herdu bajar jî dê bikevin bin kontrola Mesûd Barzanî û dê YNK û Tevgera Goran zerarê bibînin, lê belê heman çavkaniyê bersiva Tevgera Goran û YNK’ê bo Îranê eşkere nekir.

Li ser van nerînên cuda yên di nav YNK’ê de li ser dewleta serbixwe û mana ligel İraqê, endamê yedek ê Polîtburoya YNK’ê Azad Cundiyanî eşkere kir ku nameyek şandiye ji polîtburo û serkirdayetiya partiya xwe re ku wiha lê hatiye nerînên wiha bandoreke xirab li YNK’ê bikin û herwiha rexne li polîtburo digre ku li ser rewşa niha nikariye bi awayekî baş agahiyan bide kadroyên xwe.

Di vê derbarê de çavdêrê siyasî û kadroyê berê yê YNK’ê Meşxel Kewlos ji BasNewsê re got: ‘’Tişta em agahdar in di nav polîtburoya YNK’ê de, raya zal ne ew e ku Adil Mûrad behs dike, lê tevgereke cidî heye ku dixwaze YNK’ê bi stratejiya neteweyî ve girêbide. Baştirîn belge jî nameya Azad Cundiyanî ye, ku gelek endamên bala yên YNK’ê piştgirî lê kirine, herwiha gelek endamên din ên polîtburo jî bi rêya kanalên cuda tekez dikin ku ji bo YNK’ê ya herî baş ew e piştgiriyê li pirsa dewleta Kurdî bike, herwiha endamê polîtburoyê Hakim Qadir ev helwêsta xwe aniye ziman.’‘

Ji aliyê xwe ve kadro û rojnamegerê YNK’ê Cemal Ebdûlla diyar kir ku daxwiyanî û nerînên Adil Mûrad heman axaftin in ku Henan Fetlawî dike û wiha axifî: ‘’Bi baweriya min a şexsî ew daxwiyanî ne raya fermî ya Yekîtî ye, ji ber YNK bi wî awayî siyasetê nake, herwiha beyannameya resmî ya ku hat weşandin jî tu axaftinên wek yên Adil Mûrad têde nebûn, lê axaftinên Adil heman ew axaftin in ku rawêjkara Malikî Henan Fetlawî dike, an jî gelekî nêzîkê wan axaftinên Ebdulkerîm Hudhud, Qeys Hezelî û Esaîb Ehlî Heq in.’‘

Hevdem nivîskar û kadroyê YNK’ê Edalet Ebdulla tekez kir ku merce’ê YNK’ê her wek Serokê Herêma Kurdistanê dibêje vegera bo raya xelkê Kurdistanê ye û got: ‘’Bê çawa li gor PDK’ê ew guhertinên ku niha li İraqê çêbûne nabe liber çav neyên girtin, bi heman awayî YNK jî wiha difikire, dibe ku hinek di nav YNK’ê de hebin nerîneke wan a şexsî hebe, nerîna wan jî li ba YNK’ê nayê redkirin, ji ber rewş ne wiha zelal e ku bibêjî flan nerîn baş e yan xirab e, lê ew nerîna wan a şexsî ye û ne fermî ye.

Basnews
Top