Federasyona Asûriyên Swêdê: Kurdan herêmên Xiristiyanan dagîr kirine
Serokê Federasyona Asûriyên Swêdê, Afrêm Yaqûb, ku ev daxuyanî li çapemeniya Swêdê belav kiriye, daxwazê ji civaka navnetewî dike ku van kiryarên Kurdan şermezar bikin, herwiha pistgiriya Xiristiyaniyan bikin ku li wê herêmê mafên bêtir yên siyasî bi dest bixin.
Yaqûb vê yekê weke şermezariyeke mezin dibîne “ku Kurd jî êdî weke Saddam tevdigerin, ku di dema xwe de zext li Asûriyan û kêmîneyên din dikirin“ û daxwaza komîteyeke lêkolînê ya rastiya bûyerên bajarê Al Hamdaniya dike.
Yaqûb ji pêşerojê jî reşbîn e û diyar dike ji ber ku niha artêşa Iraqê serkeftî li hemberî DAIŞê şer dike, dibe ku di pêşerojê de şerek di navbera artêşa Iraqê û Kurdan de rûbide û bawer nake ku Kurd jî ji herêmên ku lê bi cih bûne xwe paş de vekişînin.
Rudaw
