• Saturday, 14 February 2026
logo

Gerek em şaşîtîya Sayks Pîko sererast bikin

Gerek em şaşîtîya Sayks Pîko sererast bikin
Endamekî komîteya peywendîyên derve ya Yekîtîya Ewropa piştevanîya xwe bo serxwebûna Kurdistanê ragihand û got, ku ´´ pêdivî ye şaşîya Sayks Pîko sererast bikin.´´

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropa Dilawer Ajgeyî li ser rûpela taybetîya xwe ya li ser tora civakîya facebookê ragihandiye, ku îro di serdaneke şanda nûneratîya Herêma Kurdistanê de bo Strasburgê, wan zincîreyek kombûn saz kirine û şanda wan li gel Çarlz Nok endamê komîteya peywendîyên derve ya YE hevdîtinek saz kirine.

Li gor Dilawer Ajgeyî, Çarlz Nok ku Brîtaniyayî ye û berpirsê peywendîyên derve yê fraksiyona parêzgaran û reformîstên parlemana Ewropayê ye û hevdem berpirsê peywendîyên derveyê parlemana Ewropayê jî ye, di evê hevdîtinê de ragihandiye:´´ pêywîste em şaşîtîya Sayk Pîko sererast bikin û piştevanîya serxwebûna Kurdistanê bikin.´´

Ajgeyî herwisa ragihandiye, ku nerînên Nok derbarê bûyerên ewê dawîyê yên li Iraqê de jî, Çarlz Nok gotiye:´´ bi dîtina me, ewa ku niha serkirdatîya Kurdistanê û hêzên pêşmerge dike li ewan navçeyan, bergirîya li mal û canê tevaya pêkhateyane.´´

Çarlz Nok ku dostê gelê Kurde û berî niha çend caran helwêsta xwe derbarê daxwazên gelê Kurd de bi rohnî aşkira kiriye, amaje bi helwêstên welatên xodan hêz weke Israîl û Tirkiyê derbarê serxwebûna Kurdistanê de kiriye û gotiye, ku ew dijatîya pêngaveke wis anakin, belkû dê piştevan bin û di demê ragihandina dewleta Kurdistanê de gelek welat û dewletên Ewropa dê pêre bin û piştevanîyê lê bikin.

Nok herwiha tekez kiriye ku evê carê bo serxwebûna Kurdistanê derfeteke dîrokî heye û giringe ku Kurd evê derfetê ji dest xwe nedin.
Top