Serokatîya Herêma Kurdistanê bersiva bangewaza Karayilan ya derbarê rewşa Kobanî de da
Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, li ser êrişên DAIŞê li dijî Rojavayê Kurdistanê her wiha bangewaziya Endamê Serokatiya KCKê Murad Karayilan ragihand, helwesta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê ve eşkere ye û tekîd li ser parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê li wî beşê Kurdistanê kiriye.
Dr. Omêd Sebah, wiha gotiye: “Her bihusteke xaka Kurdistanê pîroz e û divê li hember êrişên dujmin were parastin.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, di beşek din a daxuyaniyê de ragihandiye, Herêma Kurdistanê ji destpêka kirîza Sûriyê ve piştgiriya mafên rewa yên gelê kurd kiriye û wiha aniye ziman: “Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her dem hewl daye aliyên siyasî yên Rojava bike yek.”
Dr. Omêd Sebah, ji hemû kurdên Rojava xwestiye li hember her êriş û tehdîdekî bibin yek çimkî tenê yekrêzî û biratî kurdan bihêz dike û serkeftinê tîne û wiha gotiye: “Em dîsa ji xûşk û birayên xwe yên Rojava re dibêjin, çi lazim be û çi ji destê me were em amade ne bikin.”
Endamê Serokatiya KCKê Murad Karayilan, duh bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû, ji bona şikandina êrişên DAIŞê li dijî Rojava bi taybet herêma Kobanî derpêça li ser Rojava rabike û alîkariya wan bike.
