• Saturday, 14 February 2026
logo

Parlamentoya Kurdistanê roja encamdana referandomê gotûbêj dike

Parlamentoya Kurdistanê roja encamdana referandomê gotûbêj dike
Îro, Duşemê, Parlamentoya Kurdistanê dest bi civîna xwe kir bo gotûbêj kirina çend babetên di rojevê de, ji wan jî krîza benzînê ya ku ev demeke li Herêma Kurdistanê peyda bûye.

Di civînê de dê pirsa proje yasaya komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û pirsa encamdana referandomê jî encam bidin.

Roja 03.07.2014 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û di gotarekê de daxwaz ji parlamenteran kir ku rojekê bo encamdana referandomê li Herêma Kurdistanê diyar bikin, herwiha daxwaz ji wan kir ku lezê bikin di pejirandina proje yasaya komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê.

Herwiha dê parlamenter mijara krîza benzînê ku ev demek li Herêma Kurdistanê peyda bûye gotûbêj bikin û bo vê mebestê jî dê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî li Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî li ser daxwaza çenda parlamenteran di civîna parlamentoyê de amade be.

Rudaw
Top