Heta Niha Çekdarên Da`iş 200 Turkuman Kujtine
Di evê bareyê de, endamê polîtbûroya bereya Turkumanî ya Iraqê Aydin Me`ruf ragihand, ku di encama êrîşên çekdarên Da`iş de, 200 Turkuman hatine kujtin, ku piranîya wan li bajêrê Mûsilê û Tele`fer bûne. Got jî: 200 hezar Turkuman awarebûne û niha li Tilkêf, Zummar, Hewlêr û Duhokê ne.
Weha jî da zanîn, ku xelkê Tele`fer daxwaza hêzên Pêşmerge dikin, ji ber ku Pêşmerge wan diparêz in.
