• Saturday, 14 February 2026
logo

Karayilan bang li Barzanî kir

Karayilan bang li Barzanî kir

Endamê komîteya birêvebir a PKK`ê Murad Karayilan bi daxuyaniyekê bang li serokê Herêma Kurdistanê kir ku bi hawara Rojavayê Kurdistanê ve biçin û ragihand ku pirsgirêka Rojava PYD û PDK-S derbas dike êdî bûye pirsekî netewî.

Murad Karayilan di çavpêkeftinekê li gel kanala Ronahî tv yê bal kişand ser êrişê çekdarên Dewleta Îslamî li Êraq û Şam li ser Kobanê bi taybetî piştî bûyerên li Musilê û Êraq û di vê derbarê de banga seferberiyê li hemû Kurdistaniyan kir ku xwedî li Rojava derkevin.

Karayilan bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir û weha got: Îro kêşeya Rojavayê Kurdistanê kêşeya PYD û PDK-S nîne û wan derbas dike. Pirsa Rojava pirsek netewî ye. Îro ji bo Rojava pêdivî bi helwestek netewî heye.

Murad Karayilan got: Eger sibe li Kobanê bi sedan yan bi hezaran kuştî bêne jiyan kirin wijdana me hemuyan dê biêşîne. Ez di wê baweriyê deme ku yê we jî dê biêşe. Ji bo vê jî berya her tiştî ambargoya li ser Rojava bê rakirin. Divê astengiya di navbera Rojava û Başûr de bê hilanîn.

Di berdewamiya banga xwe bo Serokê Herêma Kurdistanê Murad Karayilan got: Divê êdî xwedî li gelê Kurd bê derketin. Pêwîste hemû partî hev bigrin û bihevre birêve bibin. Tişta ji me tê xwestin ku em xwedî li berxwedana gel xwe derkevin.

Xendan
Top