Sê Alîyên Bihêz Ên Şî`e Li Dijî Malikî ne
Di evê bareyê de, serokê lîsta Wetenîye Eyad Ellawî li Turkiye ji Reuters re ragihand, ku dem hatiye Malikî ji qada siyasîya Iraqê vebikişe. Got jî: heger Malikî di desthilatê de bimîne, dê Iraq perçe bibe.
Endamê encûmena bilinda Îslamîya Iraqê Elî Beşîr ragihand, ku heger Malikî wekî serok wezîr bimîne, dê arîşe û kirîza Iraqê bêtir bibin.
Berî niha jî, rêberê alîyê Sedr Muqteda Sedr daxwaz ji Malikî kiribû, ku xwe ji bo postê serokê wezîran kandîd neke.
