• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Dewleta Kurdistanê dê peywendiyên xwe bi Ereban re xweş bike’

‘Dewleta Kurdistanê dê peywendiyên xwe bi Ereban re xweş bike’
Beşê Farisî ya televîzyona Al-Arabiya belav kiriye ku dê dewleta Kurdisatnê peywendiyeke bihêz û germ ligel welatên Erebî deyne û wezîrekî Ereb jî bo vê mebestê bê diyar kirin.

Malpera televîzyona navborî ragihandiye ku Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî dê wezaretekê bi navê Wezareta Karûbarên Erebî ava bike û dê kesekî Ereb jî di wê postê de dane da têkiliyan bi dewletên Ereb re bike û ji wan re bide xuyakirin ku Kurd ne dijminên Ereban e.

Herwiha tê gotin ku çûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Parlamentoya Kurdistanê peyamek bû bo Amerîka ku ji aliyê siyasî û niştimanî ve êdî tu girêdanek bi destûra sala 2008’an ve namîne.

Basnews
Top